Pûtîn projeyasaya vekisîna peymanê pêskesî parlamentoyê kir

Pûtîn projeyasaya vekisîna peymanê pêskesî parlamentoyê kir

PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, projeyasaya ku dixwaze vekişîna ji Peymana Hêzên Nukleerî ya Menzîlnavîn (INF) pêk were pêşkeşî parlamentoya Rûsyayê kir.

Amerîka jî plan dike meha Tebaxê ji peymanê vekişe ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di civîneke meha Sibatê de gotibû, dê Washington ji peymana INFê ku bi Yekîtiya Sovyetan re sala 1987an li ser qedexekirina serikên nukleerî yên fuzeyên menzîl navîn hatibû girêdan yekalî vekişin.

Li ser vê biryarê Amerîkayê Rûsya jî ket tevgerê û tê çaverêkirin piştî pesendkirina parlamentoyê ji peymana INFê bicemidîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin