PeyamaKurd – Ajansa Fezayê ya Amerîkayê (NASA) ragihand ku wan keşfeke nû derbarê heyvê de kiriye û li nêzî bi çalakiyekê wê bê ragihandin.
Di daxuyaniya NASAyê de hatiye gotin ku ew keşfa nû ji aliyê çavdêrxaneyeke asmanî û Çavêdêrxaneya Stratosfer a Astronomiyê (SOFIA) ve hatiye kirin, lê derbarê wê keşfa nû de hurgilî nehatin dayîn.
Lê belê di daxuyaniyê de NASAyê bal kişandiye ser bernameya Artemîs a şandina mirovan bo heyvê ku NASA wê baregehekê li ser heyvê ava bike.
Herwiha NASAyê bi kompaniya teknolojîyê Nokia re girêbestek çêkiribû ku tê çaverêkirin di wê çarçoveyê de, li ser heyvê girêdana telefonê ya 4G bê pêkanîn.
NASA keşfa xwe ya nû roja duşemê 26ê Cotmehê di çalakiyekê de eşkere dike ku wê li ser malpera NASAyê bi zindî were weşandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin