Nîhat Dogan vegeriya Kurdbûnê!: Hûn nebin yek hûnê bimirin yek bi yek!

Nîhat Dogan vegeriya Kurdbûnê!: Hûn nebin yek hûnê bimirin yek bi yek!

PeyamaKurd – Stranbêjê esil Kurd Nîhat Dogan ku li Tirkiyê bi nav û deng e û beriya niha jî piştgiriya deshilatdariyên Tirkiyê dikir, li ser twîteke sivikatî bi Şêx Seîd dikir hêrs bû û wî jî bi Kurdî dev avêt kesên sivikatî kirine.

Nîhat Dogan piştî ku gotinên wî li ser medya civakî belav bûn û bikarhênerên Kurd jî piştgiriyeke xurt dane wî, dîsa daxuyaniyên xwe yên li ser twitterê berdewam kirin û deshilatdariya Tirkiyê ya niha bi faşîzm û despotîzmê tawanbar kir.

Dogan di bersiveke xwe de li ser twitterê got, “Ez ferq dikim ku di demên dawî de faşîzmeke mezin a ku rehmetê li statukoya 12ê Îlonê tîne li ser serê gelê Kurd tê kirin û bi despotîzma zîndanîkirinê hewil didin wan bidin çemandin. Lê meraq neke, pêwîst bi min nabe, bi tecrubeya sabîte ku gelê Kurd li ber perînçan û pirînçan (Serokê Partiya Vatanê Dogu Perînçek û derdorên dewleta kûr a Tirkiyê qest dike) xwe naçemîne.”

Stranbêj Dogan dîsa bi twîteke din jî helwesta xwe ya bo Kurdbûna xwe diyar kir û got, “Hun nebin yek, hun e  bımırın yek u yek.....  şev baş hevalno.”

Nîhat Dogan ku bi eslê xwe ji bajarê Mûşê yê bakurê Kurdistanê ye, heta niha di qada hunerê ya civaka Tirkî de karê xwe dike û bêhtir li nav wan tê naskirin ku li ser medya civakî jî bi qasî nîv milyon şopînerên wî hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin