ISÎDê 8 polîsên Iraqê kustin!

ISÎDê 8 polîsên Iraqê kustin!

IŞÎDê berî niha ji bajarê Diyala û Selaheddînê 8 polîsên Iraqê revandibûn. Hat ragihandin ku IŞÎDê ev 8 polîs kuştine.

Çavkaniyên Ewlehiyê yên bajarê Selaheddînê diyar kir ku çend roj berê, polîsên Iraqê di navbera bajarên Selaheddîn û Diyalayê de ketine xefka IŞÎDê de. Li vê derê 8 polîsên Iraqê ji aliyê IŞÎDê ve hatin êsîrkirin.

Çavkaniyan diyar kir ku IŞÎDê ev 8 polîs gulebaran kirine û înfaz kirine. Dîmenên înfazê jî di malperên IŞÎDê de hatine weşandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin