Sedr: Serê Amerîka û Îranê wê dawiya Îraqê bîne

Sedr: Serê Amerîka û Îranê wê dawiya Îraqê bîne

PeyamaKurd - Tevgera Sedr ku Rêberê Şîeyan Muqteda es-Sedr serokatiya wê dike ragihand ku divê Iraq li dijî şerê Amerîka û Îraqê helwestê nîşan bide yana eger di navbera Îran û Amerîka de şerek derkeve, wê dawiya Îraqê bîne.

Serokê Şîe Sedr derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyaniyek da, ez ne alîgirê şerekî di navbera Îran û Amerîka de me. Ez ne alîgirê wê me ku Îraq bibe qada şerê Amerîka û Îranê. Eger em wekî Îraqeke hevgirtî helwesteke cidî nîşan nedin, şerê di navbera Amerîka û Îranê wê dawiya Îraqê bîne.”

Sedr dibêje ne Îraq û ne jî xelkê wê xwe li ber şerekî din ranagire û wiha berdewam kir, “Pêwistiya me aştiyê û avadankirinê heye. Eger aliyek Îraqê bikşîne nava şer û bibe sedem ku Îraq bibe qada şer, ew ê bibe neyarê Îraqê.”

Sedr destnîşan kir ku ne Amerîka û ne jî Îran dixwaze têkeve şer û divê herdu alî jî li hev neyên gurkirin

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin