PeyamaKurd – Li gor çavkaniyên herêmê li parêzgeha Kerkûkê hêza parastinê hat guhertin û li şûna hêzên dijeterorê yên Iraqê, hêza nû ya girêdayî Serokwezîrê Adil Ebdulmehdî berpirsiyariya parêzgehê girt ser xwe.
Li gor çavkaniyên herêmî ji Kerkûkê, hêzên dijeterora Iraqê ku 16ê Cothema 2017an li Kerkûkê hatine bicihkirin cihê xwe didin, Tuxeya 61emîn a girêdayî artêşa Iraqê.
Herwiha hat ragihandin ku hêzên Tugaya 61emîn a Iraqê li binkeya PDKê ya Kerkûkê bicih bûne ku 16ê Cotmehê hatibû dagirkirin.
Li aliyê din wezareta berevaniya Iraqê jî beriya niha ragihandibû ku dê parastina Kerkûkê bi biryara Serokwezîr Adil Ebdulmehdî, êdî ji aliyê Tugaya 61emîn a Artêşa Iraqê ve bê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin