PeyamaKurd - Li gor encamên hilbijartinên Tirkiyê bo cara yekemîn di dîroka xwe de HDP karî pileya siyem li ser asta Tirkiyê bi dest bixe û bikeve pêşiya MHP a netewperest.
Piştî cudakirina %98 dengên helbijartinên parlamentoya Tirkiyê HDP karî li ser asta Tirkiyê bibe siyem partî piştî AKP û CHP.
HDP di helbijartinan de %11.51 dengên helbijartinên parlamentoya Tirkiyê bidestxist û MHP kete piştî HDP bi rêjiya %11.16 ji dengên helbijartinên parlamentoya Tirkiyê.
Hilbijartina Serokomarî û Parlementoya Tirkiye, ku vê sibehê demjimêr 08:00an destpê kir û li 17:00an qediya û proseya hejmartina dengan destpê kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin