Îran ji ber êrîsên Îsraîlê balafirgeha Sûriyê vala dike

Îran ji ber êrîsên Îsraîlê balafirgeha Sûriyê vala dike

PeyamaKurd – Rojnameya Haaretz a Îsraîlê ragihand ku Îran ji ber êrîşên Îsraîlê plan dike ku navenda komkirina çekan a li balafirgeha Şamê vala bike.

Li gor rojnameyê dê Îran navenda komkirina çekan a li Balafirgeha Navnetewî ya Şamê veguhêze baregeha Hewayî ya T4ê ku li bajarê Humsê yê bakurê Sûriyê dimîne.

Rojnameyê diyar kir ku êrîşên Îsraîlê yêr balafirgeha Şamê hiştiye ku di navbera rêveberiyên Sûriye, Îran û Rûsyayê de acizî çêbe û lewra jî ev plana veguhestinê hatiye rojevê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin