Di rojeva Kurdên Bakurê Kurdistan de banga serokê giştî yê PAKê birêz Mistefa Özçelîk tê nîqaşkirin.
Ozçelîk, bang li Serok Mesûd Barzanî, Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Parlamentoya Kurdistanê kiriye ku bangekê li temamê partîyên Kurd û kesayetên Kurdistanî (PKK ne tê de) bikin da ku civîn yan konferansekê pêk bînin, di vê civînê de pirsgirêk û nakokîyên bi PKK re bên nîqaşkirin û helwestek hevbeş bê girtin.
Banga birêz Ozçelîk di nav siyasetmedarên Kurd de tê nîqaşkirin, hinek li gel û hinek li dij dîtinên xwe tînin ser zimên. Hinek dixwazin PKK jî tev li vê civînê bê kirin, hinek jî li dij in û dixwazin bêyî beşdarbûna PKK ev civîn yan konferans bê lidarxistin. Alîyên ku dixwazin PKK beşdarî civînê bibe ( ez jî di nav de) di wê bawerîyê de ne, ku madem pirsgirêk PKK ye, wê beşdarîya PKK çêtir be, di civînê de hem emê karibin li PKK guhdarî bikin û hem jî emê derfetê bibînin ku rû bi rû rexneyên xwe li PKK bikin, pêşniyazên xwe pêşkêşî wê û beşdarên civînê bikin. Alîyê ku li dij beşdarîya PKK ne tînin ser zimên ku beşdarîya PKK wê tu xêr û fêdeyê nede kesî, heger xêr û fêde dabûya wê ji serî de PKK serwerî û desthilatdarîya Hikûmeta Kurdistanê nas bikira û evqas tevlihevî nedikirin.
Bêguman, tu Kurdê welatperwer û dilsoz ne alîgirê şerê brakujî û navxweyî ye. Rewşa Başûrê Kurdistanê li ber çavan e. Destkeftîyên Başûr û Hikûmeta Kurdistanê di çavê neyar û xêrnexwazan de bûne strî û kelem û dewletên dagîrker pir aciz dike. Pêşketin û destkeftinên Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûn û pêşeroja Kurdistanê gavên girîng in û ev gav bike neke bandora xwe li her çar parçeyên Kurdistanê jî dike. Sedema herî mezin ev tirs e. Tirsa ku dagîrker û dergevanên wan dibizdîne nêzîkbûn û yekîtîya Kurdan e, destkeftinên Başûr û Rojava ne û tirsa cudabûn û serxwebûna Kurdistanê ye. Ji ber van sedeman, çar alîyên Hikûmeta Kurdistanê û bi taybet jî PDK û Barzanîyan bi dijmin û neyaran ve hatine dorpêçkirin û di vê dema zîz û hesas de derketina şerekî navxweyî tê wateya mirin û têkçûna Kurdan, tê wateya têkçûna destkeftin û berjewendîyên netewî. Di vê rewş û dema zîz û hesas de divê her Kurdê netewperwer û dilsozên Kurdistanê xwe ji şerê navxweyî dûr bigrin, heta ji wan bê bi rêyên dostanî û dîplomasî nêzîkî hev bibin û pirsgirêkên heyî çareser bikin.
Her çiqasî em siyaset û armanca PKK baş dizanin û nas dikin jî, divê em mecal û derfeta têkbirina destkeftîyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê nexin destê wê û ji bo destkeftinên Başûr û RojavayêKurdistanê bên paraztin divê li rê û çareserîyên dîplomatîk bigerin. Em bixwazin yan nexwazin, qebûl bikin yan nekin, piştî PDK û YNK, PKK îro li Başûr bûye desthilatdarê sêyemîn û beşek ji Başûr kontrol dike. Baş yan xerab, rast yan derew, PKK xwe li Başûr ne wek “mêvan“ lê wek “xwedîyê malê“ dibîne û dihesibîne. Vê yekê di medya xwe de rasterast dibêje. PKK a ku li Bakur têk çûye yan jî terka Bakur kiriye, bi piştgirîya Enqere,Tehran, Bexda û Şamê li Başûr bûye hêzek û beşek ji desthilatdarîyê. Başûrîyên ku ji bo çareserîyê pir dereng mane û di vê dertbarê de siyasetek şaş û derengmayî meşandin, (bi taybet PDK) mala xwe bi destê xwe xirab kirin û PKK kirin bela serê xwe. Diviyabû bi taybet PDK û Hikûmeta Kurdistanê ji zû de bangewazîyek giştî li partî, dezgeh û kesayetên Kurdistanî bikira û li rêyên çareserîyê bigerîya. Di her halûkarê de (bi derengî jî be) bangewazîya birêz Ozçelîk di cihê xwe de ye û pêwistî bi civîn yan jî konferansek giştî û berfireh heye.
Li vir ez dixwazin balê bikşînim ser xalek din, belkî jî xalek girîngtir. Bi ya min, tiştê ku li Başûr rê ji bihêzbûn û pirsgirêkên PKK re vedike tunebûna “yek desthilatdarî, yek herêm, yek artêş, yek polîs û yek asayîşê “ ye. Li cihê ku alozî û bêserûberî hebe, bê guman wê pirsgirêk jî dest pê bikin. Divê di banga serokê PAKê de bihata gotin ku “ yek ji erk û wezîfa vê civîna berfireh jî banga yekkirina desthilatdarîyê, herêmê, artêş û asayîşê ye “.Di vê civîna berfireh de ( heger pêk bê )
divê beşdar ji xwe re wek erkek netewî bibînin û bi taybet bang li PDK û YNK bikin ku pirsgirêkên navxweyî çareser bikin, yekrêzîya xwe pêk bînin û derfetên provokasyonan ji destên xêrnexwazan derxin.
Hêvîdarim ev bang bandora xwe nîşan bide, civînek giştî û berfireh bê lidarxistin û ev civîn bi bîr û bahwerîyek netewî, bi sekn û manîfestoya Serok Barzanî erka xwe bîne cîh.
Nivîsêndi : Qeyranên Başûr, yek serwerî, sê desthilatdarî