Dr. Şêrîn Mele Mistefa
Dr. Şêrîn Mele Mistefa Hemû gotarên nivîskar

Nexweşiya Bronchiolitis di zarokan de

Bronşiolît (Bronchiolitis) nexweşiyek herî berbelave di nav zarokên di bin du salî de. Ya ku dibe sedema astengkirina luleyên biçûk ên bêhnê ku di encama iltîhaba rêçikê bêhnê yê jêrîn de çêdibe ye.

Nîşanen wê yên ku dişibin sermayê, car caran  dikarin bi astimê re werin tevlîhev kirin.

Nîşanên yekem ên nexweşiyê; pişkandin û herikandina poz, kêmkirina xwarinê û germahî û tagirtin e. 

Dibe ku di roja yekem de ta  pir zêde bibe. Piştî roja sisiyan, tengasiya bêhnê (bêhn çikandin)  zêde dibe û kuxikek pir caran weke nobet pêk tê. Di pişika zarokê de dema nefesê digre; dibe ku dengên nefesê yên dişibe çeqandin, xitimandin û qîrînê werin bihîstin. Digel vê yekê dibe ku şewata çav, şeliqandin, faringît an enfeksiyona guhê navîn çêbibe.

Xîz xîza di zarokan de bi gelemperî ji ber enfeksiyonên vîrusê çêdibe:

1- Divê xwe nêzîkî hev nekin û destên xwe pirê caran bişon. 

2- Divê hawîrdora malê paqij be.

3- Hewayeke paqij bêyî dûmana cixareyê û kîmawîyan. 

4- Ritûbeta odeyê di navbera 40-45  derece be.

5- Germahî di navbera 22-24 derecê de be. 

6- Tê pêşniyar kirin ku vexwarina şilê zêde bikin û mukusa ji poz û qirikê paqij bikin.

Bronchiolitis bi gelemperî nexweşiyeke sivik e. Lê belê, ew carna  nîşanên cidî diyar dibin:

1- Ger kuxik bandorê li ser xew û xwarina zarok bike.

2- Bêhn çikandin.

3- Germahî hebe.

4- Ser hev bikuxe û paşê verêşe.

5- Heke bi sivikî dest pê kir û gav bi gav girantir bibe.

6- Ger kuxikek spasmatîk an jî kuxika ku em jê re dibêjin croup pêk be, divê serlêdana doktor bê kirin yan jî şêwra doktor bistînin.


Dr. Şêrîn Mele Mistefa (Pisporê Nexweşiyên Zarokan) 28.01.2024