PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Jens Stoltenberg, beriya civîna sibe ya Wezîrên Derve yê endamên NATOyê bi riya vîdyokonferansê civîneke rojnamevanî li dar xist. Stoltenberg da zanîn ku divê endamên NATOyê bihevre tevbigerin û nehêlin krîza vîrusa koronayê veguhere krîzeke ewlehiyê.
Stoltenberg got ku NATO li hemberî dijminê nayê xuyakirin koronavîrusê erka xwe bicih aniye ku gelek welatên endam alîkariyên pizîşkî gihandina welatên wekî Îtalya û Îspanyayê ku demên herî dijwar derbas dikin.
Stoltenberg da zanîn ku di civîna sibe ya NATOyê de, ew dê li ser awayê xurtkirina têkoşîna dijî vîrusa koronayê biaxivin û gotûbêjan li ser çalakirina hêza leşkerî ya NATOyê di vî warî de bikin.
Sekreterê NATOyê got ku rojeva wan a sereke Covid-19 ye û ew dê bihevre bersivên bibantortir bidin vê krîzê da ku nehêlin bibe sedema krîzeke ewlehiyê jî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin