Serok Barzanî pêswaziya heyeta PAKê kir

Serok Barzanî pêswaziya heyeta PAKê kir

PeyamaKurd - Serok Barzanî li Serê Bilind pêşwaziya Serokê Giştî yê PAKê  Mustafa Ozçelik û heyeta PAKê kir.

Serok Barzanî li gel endamê Mekteba Sîyasî ya PDKê  Azad Berwarî, Berpirsê Eleqatên Derve Elî Huseyn, endamê Komîteya Navendî ya PDKê  Sîdad Barzanî û Şêwirmendê Serok Barzanî Hêmin Hewramî peşewazîya heyeta PAKê kirin.

Heyeta PAKê ji  Serokê Giştî Mustafa Ozçelik,Cîgirên Serokê Giştî Kasim Ergun, Feyyaz Ekmen, Mehmet Gul û Endamê KBN û Berpirsê Başûrê Kurdistanê yê PAKê Orhan Kaya pêk hat.

Di vê hevdîtinê de, Serokê Gişti yê PAKê Mustafa Özçelik, derbarê xebat û siyaset û bîr û rayên PAKê de agahdariyên berfireh da. Herwiha derbarê Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan û hevdîtinên li gel HDP û Huda-Parê de agahdarî da, bîr û ramanên xwe anî ziman. Mustafa Ozçelik, derbarê rewşa bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê de jî bîr û rayên xwe anî ziman.

Serok Barzanî jî derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê,  Iraqê û encamên Hilbijartinên 12yê Gulanê de agahdarî da û bîr û ramanên xwe diyar kir.

Hevdîtina Serok Mesûd Barzanî û heyeta PAKê di atmosfereke germ de û gelek berhemdar derbas bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin