PeyamaKurd - Seyîd Mihemed Ekber Axa Fermandarên Berê yê Ceyş El-Muslimê ku ew baskekî Talîbanê bûn ragihand ku dê hemû hêzên biyanî yên bi pêşengiya Amerîkayê ji Efxanistanê derkevin û piştevaniya danûstandin û diyaloga di navbera aliyên Efxanî de dike.
Li gorî nûçeya Rûdawê, li ser pirsekê Seyîd Mihemed Ekber Axa dibêje sedema vekişîna Amerîkayê ji Efxanistanê têkçûne:
“Tu berjwendiyeke Amerîkiyan li Efxanistanê nîne. Di şer de pêwîstî bi xerckirina perekî zêde heye. Efxanistan demeke dirêj e di şer de ye. Biyaniyan ji bo şerê li vê derê gelek pere xerckirin. Bi ya min eger van mesrefên xwe bibînin, dê têbigihijin ku şer ji bo wan têkçûnek e û bi ser neketine. Trump dibêje şerê li Efxanistanê ji bo wan ne bi kar e. Eger şer ne bi kar be û têk biçin, wê demê dê ji Efxanistanê derbikevin.
Fermandarê berê yê Talibanê wiha dewam kir: “Di zimanê Peştû de, biwêjek heye, dibêjin; ‘Ziman nerm e û bo her alî dizivire’. Heyamên derbasbûyî, behsa wê dikirin ku wan El Qaîde têk birine û Talîban jî qanih kirine bo gotûbêjan, ez bawer im ew bo xwe vê yekê weke serkevtinekê dibînin. Lê dema we guhdarî li xelkê derve kir û wan pirsî, ‘Hûn li vî welatî têk çûn an bi ser ketin?’ serkevtina rasteqn dê derkeve holê. Bi ya min herkesê hûn jê bipirsin, dê bibêje ku Amerîka bi bin ket.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin