Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî, ji Parlamentoya Kurdistanê vekisiya

Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî, ji Parlamentoya Kurdistanê vekisiya

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, ji ber dirêjkirina xula niha ya parlamentoyê, endamên xwe ji parlamentoya Kurdistanê vekişand.

Xula pêncem a Parlamentoya Kurdistanê ya yasayî, di 6ê Mijdarê de bi dawî dibe û ji ber ku hilbijartinên parlamentoyê di roja 1/10/2022yan de nehatin lidarxistin, parlamentoyê 9ê Cotmehê yasayek pesend kiribû û xula xwe ya pêncemîn ji bo salekê dirêj kiribû.

Hat diyarkirin ku ji ber vê yekê, Yekgirtûya Îslamî, bi awayeke fermî nivîsek arasteyî Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê kiriye û ragihandiye ku

“Tu hincetek ji bo dirêjkirina xula pêncem a parlamentoyê nîn e û em piştgiriya biryara dirêjkirina parlamentoyê nakin.”

Hat zanîn ku di rûniştina pesendkirinê de ji 111 parlamenteran 80 parlamenteran, ji bo dirêjkirina xula pêncem a parlementoya Herêmê deng dane û 5 parlementerên Yekgirtûya Îslamî û Koma Dadweriya Kurdistanê jî boykot kirine.

Her wiha hat ragihandin ku li gorî projeyasaya ji aliyê endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Tevgera Gorranê û parlamenterên din ên pêkhateyan ve hatiye pêşkêşkirin, parlamentoya niha dê heta payîza sala 2023yan karên xwe bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin