PeyamaKurd – Seroka Partiya Azadî û Demokrasiya Gel (VVD) ya Holandayê, siyasetmedara Kurd a ji Dersîmê Dîlan Yeşîlgoz, piştî hilbijartinên giştî red kir ku bi serkeftiyê hilbijartinê rastgirê tundrew Geert Wilders re hikûmeta koalîsyonê pêk bîne.
Yeşîlgoz diyar kir ku ew dê bi Geert Wilders re nekevin nav hevpeymaniyekê û ragihand, ew dikarin piştevaniya rastgira navendî bikin.
Di hilbijartinên roja Çarşemê de partiya Zegerius a Wilders bûbû yekem, lê dîsa jî bi serê xwe nikare hikûmetê ava bike.
Partiya VVD ya Dîlan Yeşîlgoz seroktiya wê dike jî bûye partiye sêyem.
Yeşîlgoz ji weşana fermî ya Holanda NOSê re daye xuyakirin, ew nafikirin bi partiya Wilders re bikevin nav hevepeymaniyekê, lê dikarin ji derve piştgiriya hikûmeta bê avakirin bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin