PeyamaKurd- Li Tirkiyê îro di nava 24 sietan de 84 kes jiyana xwe ji dest dan. Heya niha jimara miriyên li Tirkiyê bû 3 hezar û 258 kes. Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca di ser hesabê xwe yê twitterê de weha ragihand:
41.431 test îro hatine kirin
2.188 kes îro bi vîrusê ketine
84 kes mirine
122.392 kes heya niha bi nexweşînê ketine
4.922 kes îro baş bûne
53.808 kes heya niha bi temamî baş bûne.
Wezîr Koca got ku jimara kesên ku di hûrlênêrînê de her diçe kêm dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin