Kurdên Sûriyeyê: Tu pêsketin bi Esadî re çênebû, berpirsyar Rûsya ye

Kurdên Sûriyeyê: Tu pêsketin bi Esadî re çênebû, berpirsyar Rûsya ye

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku piştî biryara vekişîna Amerîkayê jî Sûriyê, kurdên Sûriyeyê hewil dan ku bi Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad re hevdîtinan pêk bînin lê tu pêşketin çênebû. Rayedarekî ji Reutersê re axivî û diyar kir ku Rûsyayê ji ber ‘berjewendiyên Tirkiyeyê’ navbeynkariyê nake.

Hat diyarkirin ku hevdîtinên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêveberiya Şamê rawestiyan. Li gorî îdiayan, piştî hevdîtinên Rûsyayê bi Tirkiyê re hewildana hevdîtinê rawestiya.

Şêwirmendê Federasyona Bakurê Sûriyeya Demokratîk Bedran Jia Kurd ku beşdarî hevdîtinê li Moskowayê bû derbarê mijarê de ji ajansa Reutersê re axivî. Jia Kurd diyar kir ku “Rûsyayê hewildanên xwe yên di vî warî de rawestandine û bi Şamê re hevdîtinên muhtemel destpê nekirine.”

Bedran Jia Kurd da zanîn ku hewildanên wan ên di vî warî de berdewam dikin lê tu pêşketinên berbiçav çênebûne. Jia Kurd, “Rûsya ji dêvla ku Şamê îkna bike da ku bi kurdan re hevdîtinan pêk bîne û rêkeftinekê bike, li gorî berjewendiyên Tirkiyêye tevgeriya.

Kurd, amaje dike ku piştî ku Rûsya bi aliyên tirkî re gelek hevdîtin pêkanîn hewil neda ku di navbera kurdan û Şamê de navbeynkariyê bike, lewma gotubêjên bi Şamê re rwestiyan. Bi ya rayedarê kurd, di vê proseyê de berpirsyariyeke tarîxî ya Rûsyayê heye.

19ê meha çilê piştî ku Amerîkayê eşkere kiribû ku hêzên xwe ji Sûriyê vedikişîne, pêvajoya gotubêjan a di navbera kurdan û Şamê de hatibû destpêkirin lê aliyan li ser daxwaza kurdan a xweseriyê li hev nakin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin