PeyamaKurd - Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump pîrozbahî li Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtînê ku sond xwar û ji bo serdema çaremîn li ser postê desthelatê rûnişt, kir.
Berdevka Qesra Spî Sandersê di civîna çapemeniyê ya rojane da li ser rojevê daxuyanî dan.
Sandersê li ser pirsekê wiha got, "Serok pîrozbahiyê li wî (Pûtîn) dike û çaverêyî wê rojê ye ku peywendiyên me yên ligel Rûsyayê baş bibin."
Trump di meha adarê da dema ku Pûtîn di hilbijartinê da bi ser ketibû, bi telefonê lê geriyabû û pîrozbahî lê kiribû.
Pûtînê ku di sala 2000î da cara yekemîn wekî serokê dewletê hatibû hilbijartin, di 2004an da jî dubare wekî serok hatibû hilbijartin. Ji ber ku destûra Rûsyayê rê nade ku mirovek ser hev ji du serdeman zêdetir peywira seroktiyê bi cih bîne, Pûtîn jî di navbera 2008-2012an da peywira serokwezîriyê bi cih anîbû û herwiha di hilbijartina 2012an da jî ji sedî 63,6ê dengan wergirtibû û cardin wekî serok hatibû hilbijartin.
Pûtînê ku di hilbijartina meha adarê da ji sedî 76,69ê dengan wergirt, wê peywira seroktiya dewletê ya serdema çaremîn heya 2024an bidomîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin