Moskova: “Em ê pêwendiyên xwe bi Hewlêrê re bipêsbixin”

Moskova: “Em ê pêwendiyên xwe bi Hewlêrê re bipêsbixin”

PeyamaKurd- Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova, piştî avakirina hukumeta herêma Kurdistanê ragihand ku dê Rûsya bi herêma Kurdistanê re têkiliyên xwe bipêşbixe. Mariya Zaharova, pênceşema borî civîneka çapemeniyê lidarxist û got dê hêvî dike ku bi Kurdistanê re têkiliyên ”dostane û tatmînkar” deynin.

Zakharova weha dewam kir:

“Bêguman em ê pêwendiyên dualî bipêş bixin. Pêwendiyên Moskova û Hewlêrê li bingeha rêzgirtinê ye. Pêwendiyên me bi Kurdistanê re ji layê petrol û enerjiyê de, di berjewendiyên me her dû aliyan de ye. Pêşdeçûna têkiliyên aborî bi Kurdistanê re, dê bibe sedema ku têkiliyên me yên dostane bêhtir bipêş bikeve û bo berjewendiyên duqolî fêde bîne.”

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî merasima sondxwarinê bernameya hukumeta Kurdistanê ragihandibû û peyama “Kurdistaneka xurt” dubare kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin