PeyamaKurd – Hevjîna serokê Amerîkayê Jill Biden seredana Romanyayê kir û li Romanyayê bi penaberên Ûkrayna re hevdîtin kir. Jill Biden li Romanyayê bi hevjîna serokê Romanyayê bi Carmen Lohannis re seredana dibistanekî kir. Li dibistanê bi mamoste û xwendevanên Ûkraynî re civiya. Di seredanê de Biden weha got:
“Ya rast hun dikarin bibînin ku zarok dilşikestîne. Ûkraynî dizanin ku em bi wan re ne. Mamoste alîkariya zarokan dikin da derûniya wan lihev rast bikin û bi travmayan re serî derên.”
Hat ragihandin ku First Lady Biden bi sedema ku seredana Slovakyayê bike derketiye rê û di geşta xwe de, wê bi serokê Slovakya re bicive.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin