PeyamaKurd - Wezîra Karên Derve ya Romanyayê Oana Toiu ragihand ku piştî ketina droneke rûsî li ser avahiyeke niştecihbûnê ya li bajarê Galatiyê, wan Balyozê Rûsyayê yê li Bûkareştê Vladimir Lipayev yekser bangî wezaretê kiriye.
Toiu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî eşkere kir ku wezareta wan ji aliyê Wezareta Berevaniyê ve piştrastkirina fermî wergirtiye ku drona navborî ya Rûsyayê ye.
Wezîra Romanyayî tekez kir ku ewlehiya Romanyayê xeta sor e û ew ê encamên neyînî yên vê bêberpirsyariya Moskowayê ku bandorê li peywendiyên dîplomatîk ên her du welatan dike û herwiha pêngavên bê yên li ser pakêtên cezayan ên di asta Ewropayê de bi awayekî fermî bînin ziman û bigihînin balyozê Rûsî.