PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil derbarê civîna şanda Hikûmetê û fraksiyonên Kurdistanî li Iraqê de ragihand, nabe mûçeyên fermanberan wek kareteke siyasî bikar bê.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di civîneke rojnamevanî de da xuyakirin, wan civîneke baş bi fraksiyonên Kurdistanî li Iraqê re kiriye û ew yek deng in, ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku bi Bexdayê re hene.
Cotyar Adil ragihand, nabe mûçeyên fermanberan wek karteke fişara siyasî bikar bê.
Adil bal kişand ser ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû rêkeftinên petrol û gazê bi Hikûmeta Iraqê re pabend e û divê li hember jî Hikûmeta Iraqê pabend be û destkeftên darayî bişîne, herwiha daxwazên wan yasayî ne.
Cotyar Adil daxwaz kir, wek çareseriyeke bingehîn ji hemû pirsgirêkan re, di zûtirîn dem de yasaya petrol û gaza Iraqê bê derkirin, ku reşnivîsa wê yasayê ji sala 2007an ve di navbera Hikûmeta Herêmê û hikûmeta Federal a Iraqê û hemû hêzên siyasî yên Iraqê de hatiye pesendkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin