Tirkiyê ji bo nûçeya sandina koçberan bertek ji Brîtanya re nîsan da

Tirkiyê ji bo nûçeya sandina koçberan bertek ji Brîtanya re nîsan da

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser nûçeya şandin û niştecihkirina koçberên li Brîtanyayê bo welatên din ku Tirkiye jî yek ji wan welatan hatiye nîşandan, bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşan da.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Tanju Bilgiç, li ser nûçeya medyaya Brîtanyayê bi daxuyaniyekê bertek nîşan da û got, “Em bang li hemû welatan dikin di mijara koçê de berpirsiyartiyên xwe yên navdewletî bînin cih û wek hev vî barî rakin.”

Wezîra Derve ya Brîtanyayê Liz Truss di hevdîtina xwe ya ligel parlamenterên welatê xwe diyar kiriye ku ew hewl didin bi Tirkiyê re bi heman rengî weke welatê Ruandayê danûstandinan bikin û armanca wan ew e ku hinek koçber û penaberan bişînin Tirkiyê.

Hêjayî gotinê ye, piştî vê nûçeyê bi taybet Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û partiyên din ên opozîsyona Tirkiyê bertek nîşanî vê helwesta Brîtanyayê dan û rexne li deshilata AKPê girtin ku li ber welatan serî dideyne.

Kiliçdaroglu daxuyaniyek tund li ser mijarê da û got ku welatên Rojavayî ji rejîmên wek yên Erdogan hez dikin, lê ew ê nehêlin vê pêk bînin û koçberan bi ser Tirkiyê de bişînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin