Tirkiye bertekê nîşanî êrîşa ser tankêra Tirkiyê da

Tirkiye bertekê nîşanî êrîşa ser tankêra Tirkiyê da

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta kar û barên derve yê Tirkiyê Öncü Keçeli li ser êrîşa ser tankêra petrolê ya Tirkiyê ya bi navê ALTURA ku li Derya Reş kete ber êrîşê daxwuyanî da û got:

“Em êrîşa ser tankêra petrola xam hildigirt ya bi navê ALTURA ku bi ala Sierra Leone ye û karê Tirkiyê dike, êrîşa serê ya di Derya Reş de bi endîşe ne.”

Keçeli daxwuyaniya xwe di ser hesabê xwe yê Xê de da û got mudaxeleyên pêwist hatine kirin û rewşa 27 muretebatên di keştiyê de başe.

Keçeli got ku rûdan di Derya Reş de li herêma aboriya munhasir qewimiye, êrîş li dijî qanûna navdewletiye û rûdanên weha di herêmê de ji bo ewlehiya mal, can, seyrê û hawirdoiyê talûkene, ne raste ku şer li seranserê Derya Reş belav bibe û bi ciyên pêdivî re têkildariya Tirkiyê dewam dike.