PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser daxuyaniyên cuda yên derbarê vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê de daxuyakirin, “Amerîka fêrî fitêza paş bûye. Operasyonên me yên YPG/PKKê ne girêdayî vekişîna Amerîkayê ne.”
Çavuşoglu îdia kir ku Tirkiyê li Sûriyê mafên Kurdan parastiye û got, “Ma ji me zêdetir kî mafên Kurdan parastî ye?” û wiha domand: “Rêkeftina Minbicê bi ser biketa ev nedibûn. Dezgehên ewlekariya Amerîkayê dixwazin Trump biryara xwe biguherîne.”
Wezîrê Tirk da xuyakirin, hem biryara vekişînê didin hem jî ji bo venekişin hincetan dibînin û Tirkiyê tawanbar dikin û gotina Serokomarê berê yê Tirkiyê Suleyman Demirel bi bîr xist û got, “Li welatên hêzên super, fitêza paş nabe”.
Çavuşoglu herwiha diyar kir ku operasyonên ku Tirkiye li ser YPGê pêk bîne ne girêdayî vekişîna Amerîkayê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin