Parîs ket alarmê: Kesekî bi çek ket navenda wezareta navxwe

Parîs ket alarmê: Kesekî bi çek ket navenda wezareta navxwe

PeyamaKurd - Li rojhilatê paytexta Fransa Parîsê kesekî bi çek ket navenda Wezareta Navxwe ku hêzên ewlekariyê ketin amadebaşiyê.

Li gorî zanyariyên destpêkê hêzên taybet ên ewlekariyê bo deverê hatin veguhestin. 

Rojnameya Le Parisien, ragihand ku li bajarê Lognes ê rojhilatê paytext Parîsê êrîşkarekî çekdar ketiye hûndirê navenda perwerdiyê ya wezareta navxwe.

Li gorî rojnameyê piştî bûyerê hêzên taybet enê ewlekariyê bo wê derê hatine veguhestin.

Derbarê rewşa dawî de ti agahî nehatin belavkirin.

Herwiha îro tîmên futbolê yên Fransa û Tirkiyê tên pêşberî hev ku ji ber êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê rewşeke awarte derketiye holê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin