Hesda Sebî li ser navê bazirganiyê diziya neftê dike

Hesda Sebî li ser navê bazirganiyê diziya neftê dike

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku milîsên Heşda Şebî dest danîne ser nefta li derûdora Xurmatû û Selahedînê û bi rêyên qaçax vediguhêzin bo Îranê.

Li gor agahiyên ki El Arabiyeyê çekdarên Heşda Şebî li derûdora Xurmatû û Selahadînê dest danîne ser bîrên neftê û bi rêyên qaçax wê petrolê dişînin bo Îranê.

Ew nefta ku tê dizîn ji Îranê jî li bazarên cîhanê tê belavkirin.
Rojnameya El Arabiyeyê dide zanîn ku Heşda Şebî ji rêxistineke mezhebî bûye rêixstineke bazirganî ya mafyayê.

Herwiha Heşda Şebî ji wan bîran rojane 10-15 hezar bermîl neftê derdixe û dişîne bo Îranê. Li gor agahiyên di dest de, Heşda Şebî bermîla neftê bi 6 dolaran difiroşe Îranê, ku niha bi 72 dolaran e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin