PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li Îranê 63 kesên din ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) mirin û hejmara miriyan derkete 354 kesan ku hejmara nexweşan jî gihîştiye 9 hezar kesan.
Li gorî Ajansa ÎSNAyê Berpirsyarê Têkiliyên Gel ê Wezareta Tenduristiyê Kiyanuş Cîhanpurê ragihand, di 24 saetên dawîn de li tevahiyê Îranê 63 kesên din ji ber vîrûsa koronaya nû can dane û hejmara kesên ji wê nexweşînê mirine gihîştiye 354 kesan.
Cîhanpur got ku hejmara nexweşan jî 958 kes zêde bûye û derketiye 9 hezar kesan ku 2 hezar û 959 kes jî hatine dermankirin û çûne malên xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin