HSD Bergumanên Êrîsa Xwekujî ya Minbicê Desteser kir

HSD Bergumanên Êrîsa Xwekujî ya Minbicê Desteser kir

PeyamaKurd - Peyvdarê Hêzên Sûriya Demokrat HSD Mistefa Balî di hesabê xwe yê twitterê de ragihand, ku hejmarek gûmankar ên ku gûman a êrîşa li Minbicê, ku 3 personalên serbazî yên Amerîka, şervanên HSD û sivîl jî dinav de 18 mirovan jiyana xwe jidest dayî, hatine desteser kirin. Gûmankar piştî lêkolînên berfereh hatine desteser kirin û doza beramberî wan bi hurgilî tê birêve birin.

Êrîşa Minbicê di 16ê Çile de, li hemberî xwaringehekê pêkhatibû. Di encama êrîşê de 18 şervanên HSD û kesên sivîl, herweha 3 personalên serbazî yên Amerîkî jiyana xwe jidest dabûn.

Ev êrîş hatibû ragihandin, ku di encama xweteqîna xwekujek de pêkhatiye.

Di twit a Mistefa Balî de nehatiye diyarkirin, hejmara desteserkiriyan çend e. 

.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin