PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê li navça Xorasanê 3 zarok ketin ava Çemê Arasê, yek ji wan fetisî û yek,yek rizgarkirin û yek jî wenda bû. Tîmên rizgarkirinê ji bo zarokê wendayî bibînin xebata xwe dewam dikin.
Zarokên bi navên Yusuf Özer (11), Murat Sevuk û Yaser Özer li gundê Kırkgözeler ji bo xwe hînik bikin ketin avê. Piştî demekî ji ber dîdara çavan wenda bûn. Li ser îxbarê tîmên AFADê, yên tenduristiyê û SAKê çûn ciyê bûyerê.
Piştî xebatê Yaser Özer hat rizgarkirin û gihan cesedê Murat Sevuk. Ji bo xwe bigihînin Yusuf Özer xebata tîman dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin