Behman Qubadî doza ku li BKMê vekiribû qezenc kir

Behman Qubadî doza ku li BKMê vekiribû qezenc kir

PeyamaKurd - Derhênerê Kurd ê navdar Behman Qubadî yê xwediyê mafên fîlmê Demsala Kergedan (Gergedan Mevsimi) ku stêrka navdar a Îtalyan Monica Bellucci, Yilmaz Erdogan û Beren Saat tê de dileyîztin, ji ber ku bêyî destûra wî berhemê frotiye platformeke weşana dîjîtal, li dijî Navenda Çanda Beşîktaşê (BKM) ku Yilmaz Erdogan jî yek ji hevparê wê ye, doz vekir.

Fîlma Demsala Kergedan ku sernaryoya wê ji aliyê derhêner Behman Qubadî ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê kirin û Monica Bellucci, Yilmaz Erdogan, Beren Saat, Belçim Bilgin û Caner Cindoruk tê de dileyîzin, di 2012an de derketibû ser vîzyonan.

Piştî salan ku pargîdaniya hilberîner BKMê, fîlim firot platformek weşana dîjîtal, li ser vê yekê Behman Qubadî serî li dadgehê da û li dijî BKMê doz vekir.

Qubadî; Di 2011ê de bi BKMê re peyman îmze kir û di 2012an de peyman hat nûkirin, lê belê wî diyar kir ku pargîdanê (BKM) berovajî şertên peymanê fîlim firotiye platformeke ku li 190 welatan weşanê dike.

Dadgehê biryara qerebûyê da

Qubadî da zanîn ku fîlm bêdestûr hatiye desteserkirin û daxwaza qerebûya malî û giyanî kir.

Hate ragihandin ku dadgehê biryar daye ku BKMya ku berovajiyê peymanê tevgeriyaye, 40 hezar lîre qerebû bide derhêner Behman Qubadî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin