PeyamaKurd – Hat ragihandin ku, di navbera Amerîka û Rûsyayê de, pevguhertina girtiyan hat kirin û werzişvanê Basketbolê Brithney Griner ê Amerîkî bi pevguhertina Viktor Boutê Rûsî hat azadkirin.
Serokê Amerîka Joe Biden jî li ser hesabê xwe yê Twitterê, nûçe piştrast kir û got: “Çend xulek berê bi rêya telefonî ligel Brittney Griner axivîm. Ew di ewlehiyê de ye. Niha di balafirê de û diçe mala xwe.”
Herwiha Biden, wêneyên axaftina ligel Griner bi telefonê jî belav kirin ku Cîgira Serok Kamala Harris û hevjîna Griner Cherelle jî ligel wan bûn.
Li ser pevguhertina girtiyan Wezarta Derve ya Rûsyayê jî piştrast kir ku îro 8ê Kanûnê li balafirgeha Abû Dabiyê bi serkeftî hatiye temamkirin û Viktor Bout vegeriyaye Rûsyayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin