PeyamaKurd- Îro 04.07.2019ê lijneya navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê serdana sînorê Kerkûkê kir û raportek derbarê rewşa navçeyên Kurdistanê de amade dikin.
Endamê lijneya navçeyên Kurdistanê Mihyedîn Hesen ji medya Kurdistanê re ragehand: ‘’Bi armanca amadekariya bo nivîsandina raportekî temam li ser navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê, lijneya me qonax bi qonax dê wan navçeyan bigere û îro em çûn Kerkûkê bi armanca nivîsandina raportekî derbarê rewşa wan navçeyên Kurdistanê de û raporta me ji aliyê ewlehî, îdarî, siyasî û civakî de dibe.’’
Herwaha got: ‘’Biryare lijne heta nahyeya Qerehencîr biçe ku Pêşmerge têde ye û serdana ofîsa parlamentoya Kurdistanê bikin li Qerehencîrê.’’
Mihyedîn Hesen got: ‘’Emê raportekî amade bikin û piştre radestî desteya serokatiya parlamentoya Kurdistanê bikin, herwaha dema em çûn Bexdayê jî raportê emê bidin fraksiyonên Parlamentoya Iraqê, bo çareseriya wan pirsgirêkên navçeyên Kurdistanê.’’
Biryare piştî temambûna karê wê lijneyê li sînorê Kerkûkê, serdana navçe û sînorên Xaneqîn, Mexmûr û Şingalê jî bikin û armanca wê lijneyê jî zindî kirina madeya 140 û bicîhanîna wê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin