Plana Amerîka ya Xezeyê eskere bû

Plana Amerîka ya Xezeyê eskere bû

PeyamaKurd – Dîplomatekî Amerîkî yê nexwestiye navê wî bê eşkerekirin, plana nû ya Amerîkayê bo Xezeyê îfşa kir.

Rayedarê Amerîkî ragihandiye ku plana ku ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve hatiye amadekirin, bi navê “Daxuyaniya prensîbên bo piştevaniya aştiya Îsraîlî û Filîstîniyan” li Washingtonê hatiye pesendkirin.

Hate diyarkirin ku wê Wezîrê Derve ya Amerîkayê Antony Blinken wê planê di gera xwe ya 10-12ê Hezîranê ya Rojhilata Navîn de, pêşkeşî berpirsên Misir, Îsraîl, Urdin û Qeterê bike.

Li gorî planê dê Xeze û Şerîaya Rojava di heyama veguhêz de, di bin Rêveberiya Netewî ya Filîstînê de bimîne û alîkariyê ji şirîkên navnetewî bistîne.

Herwiha di planê de tê xwestin ku Îsraîl bi temamî ji Xezeyê vekişe û filîstîniyên ji şer reviyane vegerin cih û warên xwe.

Xala herî balkêş a pêşnûmeya planê jî ew e ku tê gotin, divê dewleta Filîstînê li gorî sînorên 1967an were damezrandin û li herêmê were entegre kirin.

Tê gotin ku cara yekem e rêveberiya Amerîka ya Serok Biden piştevaniya aştiya Îsraîl-Fîlîstinê di çarçoveya sînorên 1967an de dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin