PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser mijara girtina rojnamevanan li nav herêmên jêr kontrola Rêveberiya Xweser bersiva Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) da û got, girtina kesan berpirsyariya saziyên dadê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn e.
Li gorî HSDê ti têkiliya hêzên wan bi girtina rojnamevanan re tune ye, ji ber ku ew ji aliyên hêzên asayîşa hundirîn ên Rêveberiya Xweser ve hatine girtin û ew ne di bin berpirsiyariya wan de ye.
HSDê li ser girtina 3 rojnamevanên li Rojavayê Kurdistanê da xuyakirin ku mijarên girtinê yên bi vî awayî, berpirsyariya saziyên dadê û Hêzên Asayîşê ne û ragihand: “Em tekez dikin ku QSD ne berpirsê sepandina qanûnan e û bikaranîna qanûnan li dijî kesan ne karê me ye. Tu têkiliya hêzên me bi dozên girtinê yên ku Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor idîa kiriye; tune ye.”
Hêjayî gotinê ye, bi taybet partiyên bi ser Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) gelek caran didin xuyakirin ku asayîşa bi ser PYDê ve tevî danûstandinên yekrêziyê jî girtina siyasetmedarên muxalîf û rojnamevanan hîn jî berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin