Îranê li ser kustina Muhsîn Fexrîzade gefa berisvdanê xwar

Îranê li ser kustina Muhsîn Fexrîzade gefa berisvdanê xwar

PeyamaKurd - Berdevkê Komîteya Ewlehîya Neteweyî ya Parlemana Îranê Ebûfadil El-Amoy û Endamê Parlemana Îranê got, lêkolînên destpêkê nîşan didin ku destê Îsraîlê di kuştina zanayê atomî Muhsin Fexrîzade de heye.

El-Amoy di civîna girtî ya Perlemena Îranê de da xuyakirin: "Rayedarên ewlekariyê derbarê kuştina zanyar Muhsin Fexrîzade de agahiyên girîng bi dest xistin. Em ê bersiva kuştinê bidin û Îsraîl şaşitiyeke stratejîk dike, eger bifikire ku operasyona wê dê bê bersiv bimîne.”

Damezirênerê enerjiya atomî ya Îranê û Serokê Rêxistina Lêkolînên Atomî û Nûjeniyê (Onnovasyon) ya Wezareta Berevaniya Îranê Muhsin Fexrîzade, 27ê Mijdarê li gundê Rostem Kela yê li parêzgeha Mazenderan a li bakurê Îranê di encama êrîşeke çekdarî de hatibû kuştin.

Berpirsên Îranê dibêjin, ew dê xwîna Fexrîzadeh li erdê nehêlin û tola wî bistînin ku Îsraîlê bi wê êrîşê tohmetbar dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin