Tirkiyeyê garantiya avê da Iraqê

Tirkiyeyê garantiya avê da Iraqê

PeyamaKurd - Balyozê Bexdayê yê Tirkiyeyê Fatîh Yildiz diyar kir, ji ber ku li Bendava Ilisuyê ji 1ê hezîranê pê ve pêşiya avê hat girtin, ava Iraqê nehat birîn û ava ku diçe herêman wê dewam bike.

Yildiz li paytext Bexdayê li avahiya balyozxaneyê civîna çapemeniyê li dar xist û îdîa kir ku Tirkiye timî ji bo parastina avê dixebite, mijara avê di navbera Enqere û Bexdayê da bû qadeke tevkariyê.

Yildiz diyar kir ku bi Iraqê re mutabaqatek çêbû bê ka nexşerêyeke çawa wê were şopandin.

Balyoz Yildiz wiha axivî:

"Nayê wê meneyê ku me ji bo Bendava Ilisuyê pêşiya avê girt û em ê avê bi temamî bibirin. Di 15ê gulanê da di mutabaqatê de li ser pergala kişîna avê jî hat sekinîn bê ka wê çawa bikişe. Ji ber vê yekê av nayê birîn, wê bikişe. Av hê ber bi Iraqê va diherike."

Yildiz diyar kir, Tirkiye heta bi welatên cînarê xwe ra îstişare neke ji bo Bendava Ilisuyê wê gavekê naevêje.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin