PeyamaKurd – Fonda Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) bal kişand ser rewşa mirovî û birçîbûnê li welatê Somalî yê Afrîkayê û ragihand, 500 milyon zarok ji ber birçîbûnê li ber mirinê ne.
UNICEFê banga alîkariya lezgîn ji bo zarokên Somaliyê kir û ragihand, li Somalî bi awayekî rojane zarok ji ber birçîbûnê dimirin û metirsiya mirina zarokan jî roj bi roj zêdetir dibe.
Berdevkê UNICEFê James Elder li ser krîza xwarinê ya li Somalî got, ji ber birçîbûnê metirsiya mirina 513 hezar û 550 zarokan heye.
Berdevkê UNICEF diyar kir, “Eger alîkariya lezgîn ji wan re neyê kirin wê di hefteyên pêş de zarok yek bi yek jiyana xwe ji dest bidin”.
Li gor raporeke NY di navbera meha Çile û Tîrmehê de 730 zarokên ku li navendên xwedîbûnê dihatin dermankirin, jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) jî ji sedî 80yê erda Somalî bi hişkesaliyeke tund re rûbirû ye û ji çandiniyê sûd nayê wergirtin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji bo çareseriya vê qeyrana mirovî banga alîkariya lezgîn li civaka navnetewî kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin