PeyamaKurd- Li welatê Asyayê li Srîlankayê (Seylan) li 3 otel û 3 dêran, di eynî wextê de teqîn çêbû. Çavkaniyên polîsan radigihînin ku di dema pîrozkirina Paskalya de ew teqîn çêbûne û herî kêm 42 kes mitine û 280 kes jî birîndar bûne.
Di teqînan de li payîtex Kolombo de 3 otel û Dêra Anthony xistine hedefa. Bi wan jî nemane, li bakûrê welat li bajarê Negomboyê di du dêran de jî teqîn çêkirine. Teqîneka dinê jî li bajarê Batticaloa çêbûye.
Ji rêvebirên Srîlankayê tê ragihand ku herî kêm 2 teqîn ji wan teqînên xwekujiyêne an ku yên întîxarê ne.
Heya niha kes bûyerê begirtiye aliyê xwe lê bi sedema ku birîndar zahfin dibe ku jimara miriyan zêdetir bibe. Ciyên ku teqîn li wan çêbûne ji aliyê polîsan de xistine bin kontrolê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin