PeyamaKurd- Rêvebiriya Amerîkayê, êrîşên ser sefaret û balyozxaneyên wan yên li Bexdayê weka mînak nîşan da û got; eger êrîş herin ser balyozxaneyên Amerîkayê yên li Iraqê, wê Îran ji wan êrîşan berpirs be.
Berdevka Qesra Sipî Sarah Sanders, bi nivîskî peyamek ragihand û tê de Îranê hişyar kir. Sanders balê kişand ser êrîşên ser avahiyên Amerîkayê yên li Bexdayê ku di van demên dawiyê de dibin û weha got:
“ Îran ew hêzên ku ew bi xwe perwerda wan kiriye, ji aliyê aboriyê de wan destek dike û çek daye wan, pêşî li wan negirt ku êrîş nekin ser avahiyan. Eger avahiyên dewletê zerarê bibînin û xebatkarên wan birîndar bibin, wê Tehran ji van bûyeran berpirs be.”
Sandesr got; bo parastina jiyana hemwelatiyên Amerîkayê, wê Amerîka bilez û bi biryar bersivê bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin