Pentagon: 130 sivîl di operasyonên hêzên me de hatine kustin

Pentagon: 130 sivîl di operasyonên hêzên me de hatine kustin

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) hejmarek sivîlên di dema operasyonên dijî terorê de, bi destê hêzên wan li Sûriye, Iraq, Somalî û Afganistanê hatine kuştin, belge kir.

Li gorî ragihandina Pentagonê sala 2019an 130 sivîl di operesyonên wan ên leşkerî de hatine kuştin û 91 kes jî birîndar bûne. Di rapora Wezareta Berevaniya Amerîkayê de tê diyarkirin, 108 sivîl li Afganistanê, 22 li Iraq û Sûriyê û 2 jî li Somalîyê hatine kuştin.

Pentegonê da xuyakirin, li Yemen û Lîbyayê ti sivîl bi destê hêzên wan nehatine kuştin.

Pentagonê ev daxuyanî beriya eşkerekirina rapora salane ya operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî daye ku tê pêşbînîkirin rapora operasyonên hevpeymanî bo Kongreya Amerîkayê were pêşkeşkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin