Erebistan ji Îranê fikara dike

Erebistan ji Îranê fikara dike

Welîehdê Erebistana Si’ûdîyê Muhammed Bîn Selman ev du hefteye li Amerîkaye û daxwaz kir ku givaştina Îranê zêdetir bikin. Prens Selman got:

” Ji bo nekevin nava şerekî leşkeri divê em serkeftîbin.Eger ew tişta ku em dixwazin tê de bisernekevin,dibe em di navbera 10-15 salan de şer bikin.”

Prens Selman di beyana xwe ya ku da rojnama Wall Street Journala Amerîkayê de got ku divê dorpêça ser Îranê zêdetir bibe. Eger li ser Îranê dorpêça aborî û siyasî zêde nebe, îhtîmala şer zêdetir dibe.

Prens Selman di vê seredana xwe de, bi Amerîkayê re bi 16 mîlyar dolarî 36 peymanan îmze kiriye û li gor çapemeniya dinyayê, di warê enerjiyê de Aramco ya Si’ûdî û şîrketên mezin yên Amerîka de peyman hatin îmzekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin