Serok Barzanî bi Konsulê Gistî yê Holandayê re civiya

Serok Barzanî bi Konsulê Gistî yê Holandayê re civiya

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 3yê Tebaxê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Holandayê Hans Akerboom kir ji bo xatirxwestinê hatibû serdana Serok Barzanî.

Baregeha Barzanî derbarê hevdîtinê de ragihand, “Roja Çarşemê 03.08.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Hans Akerboom Konsulê Giştî yê Holanda li Hewlêrê kir ku bi helkefta dawî hatina erkên xwe û bi mebesta xatir xwestin û malavayiyê serdana Serok Barzanî kiribû.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de derbarê pêşhatên siyasî yên dawî li Iraqê û egerên li nav proseya siyasî ya Iraqê de, danûstandina bîr û ramanan hat kirin.

Konsulê Giştî yê Holanda ragihand ku şerefeke mezin bû ku li Kurdistanê kar kiriye û li paşerojê de jî her wekî dostê gelê Kurdistanê dimîne.

Konsulê Giştî yê Holanda got ku welatê wan amade ye ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevkar û hemaheng be, ji bo pêşxistina pêwendiyan bi taybet li warê teknolojiya çandinê û berfirehtirkirina sektroa çandiniya Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin