Li Efrînê serê talan û diziyê: 40 kustî û birîndar

Li Efrînê serê talan û diziyê: 40 kustî û birîndar

PeyamaKurd - Di encama şer û pevçûnên navbera komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ku bi piştgiriya Tirkiyê ketine Efrînê de, herî kêm 40 kes hat kuştin.

Li gor daxuyaniya Rawengeha Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ji dûh 18ê Mijdarê ve ji ber şer û pevçûnan li taxên Mehmûdiyê, Vêlat û Zêdiyê yên Efrînê qedexeya derve û çûnûhatinê li bajarê Efrînê hatiye ragihandin.

SOHRê ragihand ku di encama şer û pevçûnên ji doh ve berdewam dikin de, herî kêm 40 kuştî û birîndar hene.

Hêzên grûpên Feyleq el-Şam, Firqey el-Hemzat, Sultan Murad û Feyleqa Sêyemîn doh destê sibê êrîş biribûn ser baregehên grûpa Şuhada el-Şerqiye û daxwaz ji çekdarên wê grûpê kiribûn çekên xwe radestî wan bikin, lê grûpa Şuhada el-Şerqiyê ew yek red kiribû û di navbera wan koman de şer derketibû.

Medya tirk derbarê wî şerî de belav kir ku li hemberî grûpeke çete ya talanker, ji aliyê hêzên opozîsyona nêzîkî Tirkiyê ve operasyon hatiye destpêkirin.

SOHRê jî da zanîn, artêşa Tirkiyê û hin grûpên din ji ber pirsên dîzî, talanê û destdanîna ser mal û milkên xelkê Efrînê daxwaz ji grûpa Şuhada el-Şerqiyê kirine çekên xwe deyne û xwe radestî wan bike.

Li gor çavkaniyên herêmî, sedema şerê dijwar ê ku ji doh ve berdawame nelihevkirina li ser talan û diziya zeytûn, mal û milkên Efrînê ye.

Bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ji aliyê artêşa Tirkiyê û hêzên opozîsyona Sûriyê yên alîgirê wê ve hatibû dagirkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin