PeyamaKurd - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê sibê li Bakirkoyê mitînga partiya xwe li dar bixe, lewma hin rê wê ji trafîkê re werin girtin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Şaxa Kontrola Trafîkê ya Stenbolê de hat diyarkirin ku HDP ew ê sibê di saet 17.00an de li Bazara Gel a Şemiyê ya li Bakirkoyê mitînga partiya xwe li dar bixe, ji ber vê sibê ji saet 03.00yan pê ve hetanî temamkirina mitîngê dê rê ji çûyîn û hatinê re werin girtin. Ji bo rêyên girtî jî rêyên alternatîf hatin eşkerekirin.
Li gor vê Bulvara Îsmaîl Erez, Kuçeya Olgunlar û kuçe û kolanên derdikevin ser wan herdu rêyan ew ê ji çûyîn û hatinê re werin girtin.
Bulvara Ekrem Kurt û Kolana Încîrliyê jî wekî rêyên alternatîf hatin diyarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin