PeyamaKurd - Li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, di bûyereke trafîkê de 5 kesan canêxwe ji dest dane.
Li gor zanyariyên berdest, bûyer li ser rêya Kozeranê û di encama lihevketina kamyoneke ISUZU û otomobîleke de qewimî.
Cîgirê Fermandeyê Polîsê Rê yê Kirmaşanê, Ibadullah Mihemedî ragihandiye, di encama bûyerê de 5 kesên di otomobîlê de bûne canê xwe ji dest dane û û şifêrê kamyonê jî bi giranî birîndar bûye.
Ibadullah Mihemedî, herwiha otomobîla TÎBAYê weke sedema çêbûna wê bûyera trafîkê li ser rêya Kozeranê bi nav kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin