PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 29ê Îlonê, li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Vatîkanê yê li Iraqê Metran Mitja Leskovar kir.
Di civîna ku rewşa giştî ya Iraqê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Vatîkanê hatin gotûbêjkirin de, Balyozê Vatîkanê silav û rêz, spasî û pêzanînên Papayê Vatîkanê gihande Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber hawarçûn û mazûvaniya aware û penaberan bi giştî û Krîstiyanan bi taybetî, ku di rewşeke aram û aştiyê de li Herêma Kurdistanê dijîn.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêşvebirina kultûra lêborîn û pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cuda car din anî ziman.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin