PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê îdda kir ku di van 18 mehên dawî de li Sûriyê, herî kêm li 200 hedefên Îranê xistine.
Erkdarekî artêşa Îsraîlê ku navê wî nehate eşkerekirin, ji çapemeniya herêmî re axivî û îdda kir ku di van 18 mehên dawî de ji 200 bêhtir hêzên Îraniyan hatine hedefgirtin. Êrîşên Îsraîlê bi piranî bi balafirên şêrr pêk hatine.
Li gorî îddayê, Îsraîlê di vê demê de 792 bombe û moşek avêtine nava Sûriyê. Hêzên ku hatine hedefgirtin jî bi piranî Muhafizên Şoreşa Îranê ne.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Armanca Îsraîlê bi van êrîşan ew e ku hebûna Îranê ji Sûriyê rabe. Ji ber van êrîşan Muhafizên Şoreşa Îranê gelek baregehên xwe yên li Sûriyê vala kirin.”
Ji sala 2013an ve çapemeniya Îsraîlê îdda dike ku Îran dixwaze li Sûriyê bi cih bibe û erkdarên Îsraîlê jî vê yekê tînin zimên.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin