PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donal Trump ragehand ku civîna wî ya li gel serokê Koreya Bakûr bê encam bû.
Îro Serokê Amerîkayê Donald Trump civîneke çapemeniyê ya li paytexta Vietnamê Honai de ragihand, wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo civînên li gel berpirsên payebilind ên Koreya Bakûr dê berdewam bike.
Donald Trump ragehand, bê acizî û bê tengezarî, bi silavekî germ ve civîna li gel serokê Koreya Bakûr Kim Jong Un bi dawî kirine û lê negihiştine ti encamake.
Biryar îro demjimêr 12:00ê Donald Trump û Kim Jong Un civîneke çapemeniyê ya hevbeş pêkbînin, lê ji ber civîn bi berî dema ku hatibû pêşbînî kirin bi dawî bû, Trump civîneke çapemeniyê pêkanî.
Di civîna çapemeniyê de Donald Trump ragihand, xala ku bûye sedem ku rêkeftin pêkneyê dorpêçên li ser Koreya Bakûr in. Û ragehand, Kim Jong Un soza bi dawî anîn û jinavbirina çekên atomî da, lê bi mercê bi temamî rakirina dorpêçên li ser Koreya Bakûr.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin