PeyamaKurd- Cîgirê serokê AKP ê Ali İhsan Yavuz ragihand ku di destê wan de belge hene ku destê FETÖ yê di hilbijartina borî de heye û bi belgeyên destê xwe bawer e.
Yavuz got ku roja çemiyê an duşemê dibe ku Rêxistina Hilbijartinê ya Bilind (YSK) wê li delîlan binêre û li ser belgeyan li pêvekan binêre. Di hilbijartina 24 ê hezîranê de dikaribûn bi reqemên ku bandorê li yek parlementerî bike pê bileyîzin lê niha di hilbijartina şaredariyê de rewş cuda ye. Bi 20 hezar dengî dikaribûn bikin ku şaredariya Îstenbolê ji destê partiyekî bikeve destê partiyeka dinê.
Serokê sindoqan hebûn ku temenê wan di bin 20 saliyê de bûn. Kesên ku ne wezîfedarên dewletê ne, danîne ser serê sindoqên dengan. Li gor îfadeyên Yavuz di destê Yavûz de belge hene ku destê FETÖ yê di nav de heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin